Iraq dizane cihê Ebû Bekir Bexdadî li ku ye

Yehya Resûl: Li gorî zanyariyên hewalgirî, hîna Ebû Bekir Bexdadî zindî ye û li nêzîkî sînorên Iraq û Sûrya xwe veşartiye.

K24 - Navenda Nûçeyan

Peyvdarê fermandeya oprasyonên hevbeş yên Iraqê emîd Yehya Resûl, derbarê çarenivîsa rêberê DAIŞê Ebû Bekir Bexdadî ragihand: "Li gorî zanyariyên hewalgirî, hîna Ebû Bekir Bexdadî zindî ye û li nêzîkî sînorên Iraq û Sûrya xwe veşartiye."

Bi gotina Yehya Resûl:"Ebû Bekir Bexdadî, di navbera navçeyên Qaim li parêzgeha Enbar û bajarê El-Bûkemal de bi cih bûye."

Navhatî zelal kir ku, Bexdadî wek mişkan di bin zemînê re li navçeyên vala dijî, hin caran jî dema çûnûhatinê dike, cilên cotkaran û yên jinan li xwe dike.