"Siyaseta derve ya Amerîka ne zelal e"
Şarezayên serbazî û siyasî yên Amerîkî rewşa niha ji bo nezelaliya siyaseta derve ya Amerîka û bi taybet ji bo rola wezîrê derve yê Amerîka Rex Tillerson vedigerînin.
K24 - Navenda Nûçeyan
Guhertinên serbazî û siyasî yên vê dawiyê li Kurdistan û Iraq, dilgiraniya Kurd û Amerîkiyan li pey xwe anîne.
Şarezayên serbazî û siyasî yên Amerîkî ev rewşa niha ji bo nezelaliya siyaseta derve ya Amerîka û bi taybet ji bo rola wezîrê derve yê Amerîka Rex Tillerson vedigerînin.
Pispor û şarezayên Amerîkî hişyariyê didin, ku pêgeha cîhanî ya Amerîkî bi sedema Tillerson û nezelaliya siyaseta îdara Trump li ber du riyên tarî ye.