Bi sedema Heşda Şeibî, Malikî ji Macron dilgiran bûye
Malikî: Cihê matmayinê ye ku Emmanuel Macron, destwerdanê di karûbarên navxwe yên Iraqê de bike.
K24 - Navenda Nûçeyan
Cîgirê serokê Iraqê Nûrî Malikî, rexne li daxuyaniyên serokê Firensa Emmanuel Macron kir ku di wan daxuyaniyan de, daxwaza hilweşandina Heşda Şeibî kiriye.
Nûrî Malikî li ser wê yekê di daxuyaniyekê de got: "Em destwerdana her dewletekê û sepandina îradeya wê li ser hikûmeta Iraqê red dikin, li cem me cihê matmayinê ye ku Emmanuel Macron, destwerdanê di karûbarên navxwe yên Iraqê de bike û daxwaz bike ku desteya Heşda Şeibî ya têkoşer bê hilweşandin".
Malikî dibêje: "Em wê helwesta Firensa bi tundî red dikin ku ziyanê li serweriya Iraqê dike û li gel destûra Firensî jî nakok e".