Şanda Hikûmeta Sûryê xwe ji danûstandinên Cinêva 8an vekişand

Vekişyana şanda Hikûmetê ji ber daxyaniya kongirê Riyad2 bûye, ku têde tekezî li ser derketina Esed ji desthilatê hatiye kirin

K24 - Navenda Nûçeyan

Şanda Hikûmeta Sûryê ragihand, wan xwe ji danûstandinên Cinêva 8an vekşandiye, û sedema vekişyana xwe ji danûstandinan, bi daxuyaniya kongirê Riyad2 ve girêdide, ku ew daxuyanî ji aliyê serokê şanda hikûmeta Sûriyê Beşar Ceiferî ve hatiye redkirin, ji ber ku ew daxuyanî tekeziyê li ser derketina Beşar Esed ji desthilatê dike.

Ev yek di demekê de ye, ku hefteya yekem ji gera Cinêva8an bidawî hat û têde şanderê navdewletî ji bo Sûriyê Staffan De Mistura karîbû, bi cuda li gel hedru şandên hikûmet û opozisyona Sûriyê re bicive, lê heya niha nakokî li ser hin xalên karnameya De Mistura heye.