Tillerson rastiya destvekişandina ji kar aşkere dike

Wezîrê Derve yê Amerîka Rex Tillerson derbarê rastiya destvekişandina ji postê xwe û destnîşankirina Rêveberê CIA Mike Pompeo wek wezîrê derve, agahiyan dide.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîrê Derve yê Amerîka Rex Tillerson derbarê rastiya destvekişandina ji postê xwe û destnîşankirina Rêveberê CIA Mike Pompeo wek wezîrê derve, agahiyan dide.

Di bersiva pirseke “Reuters” de, ku hin raport behsa destvekişandina Rex Tillerson ji kar dikin, Wezîrê Derve yê Amerîka got: “Tişek nîn e”

Di ahenga belavkirina xelatên navenda Kennedy de, Rex Tillerson bi awayekî ne rasterast bersiva raportê da û got: “Pêwîstiya xelkê ji jêderên baş heye.”

Herwiha got: “Hêvî dikim piştî saleke din li heman ahengê be, madem dikarim çalak bim û kar bikim.. Gelek kar jî hene ku em bikin.”

Roja çend rojan, berpirsên pilebilind di rêveberiya Serokê Amerîka Donald Trump gotibûn, Trump pirsa dûrxistina Rex Tillerson guftûgo dike. Herwiha pêşbîniya wê jî kirin, Rêveberê CIA Mike Pompeo sûna Tillerson bigire.  

Ligel redkirina wê nûçeyê, lê ta niha pirsa mana Tillerson di postê wezîrê derve de ne zelal maye. Li gor piraniya berpirsên siyaseta dever ya Amerîka, gelek nakokî di navbera Trump û Tillerson de hene, bi taybet jî di pirsa Qeter û Koryaya Bakur.

Ji aliyê xwe ve, Serokê Amerîka Donald Trump di tiwîtekê de ew raport red kirin û got ew karekî baş bi Tillerson re dike û wezîrê derve dest ji postê xwe bernade.