Mirovên pêwistî bi alîkariyê heyî -136 milyon in
Mezintirîn krîza mirovî niha li Yemenê tê jiyandin, ji 25 milyon Yemeniyan pêwistiya 20 milyonan bi alîkariyê heye
K24 – Navenda Nûçeyan
Ligor lêkolîna Neteweyên Yekgirtî hejmara mirovên pêwistî bi alîkariyê heyî îsal, ligor sala par ji sedî 5 zêde bûye.
Hejmara kesên pêwistî bi alîkariyê heyî gihiştiye 136 milyon kesan.
Ofîsa Alîkariya Mirovî ya Neteweyên Yekgirtî (UNOCHA) ragihand ku, ji bo dabînkirina alîkariya bo van mirovan pêwîstî bi 22 milyar û 500 milyon dolaran heye.
Mezintirîn krîza mirovî niha li Yemenê tê jiyandin, ji 25 milyon Yemeniyan pêwistiya 20 milyonan bi alîkariyê heye.
Serokê Rêxistina Save The Children û Serokwezîra berê ya Danimarkayê Helle Thorning-Schmidt ragihand ku, rojê 130 zarokên Yemenî jiyana xwe jidest didin.