Sûriyê ji destpêka şer ve 350 firokeyên cengî jidest da ye
Rûsya: Niha tenê derdora 115 firokeyên cengî û 105 helîkopteran li cem artêşa Sûriyê mane.
K24 - Navenda Nûçeyan
Navenda Himêmîm ya Rûsî li Sûriyê, di daxuyaniyekê de ragihand, ku ji destpêka kirîza Sûriyê ve û heya niha, hêzên artêşa wî welatî 350 firokeyên cengî û 100 helîkopter jidest daye.
Li gorî di wê daxuyaniyê de hatiye, niha tenê derdora 115 firokeyên cengî û 105 helîkopteran li cem rêjîma Sûriyê mane.