Mosko gefan li Amerîka dike
Rûsya: Li berdewamiya bizavên Amerîka ji bo danîna sîstema mûşekî li Ewropa, bi taybet jî li welatê Polenda, em bê deng namînin û emê bersiveke guncayî bidin.
K24 - Navenda Nûçeyan
Wezareta derve ya Rûsya ragihand, ew beramberî berdewamiya bizavên Amerîka ji bo danîna sîstema mûşekî li Ewropa, bi taybet jî li welatê Polenda, bê deng namînin û ewê bersiveke guncayî bidin.
Rêvebirê beşê hevkariya Ewropî di wezareta derve ya Rûsya de Andirê Kîlîn got "Bizavên Amerîka û NATO ji bo danîna sîstema mûşekî, wê bibe sedema metirsiyeke mezin li ser ewlehiya Ewropa".
Kîlîn zelal kir ku "Piştî îmzekirina rêketina etomî li gel Îranê, bihaneyên danîna wê sîstema mûşekî neman, lê niha berdewambûna Amerîka li ser wî pirojeyî diyar dike ku ew mûşek ne ji bo Îranê tên danîn".
Navhatî tekez kir, ku welatê wî, dê tedbîrên guncayî li dijî danîna wê sîstema mûşekî bistîne.