Sûrya hişyariyê dide Israîlê

Hikûmeta Sûryê: Israîl piştevaniya terorê dike û bi riya girûpên terorîstî aramiya welatên navçeyê têk dide.

K24 - Navenda Nûçeyan

Hikûmeta Sûryê du name ji Netewên Yekgirtî û Encûmena Ewlehiyê re şandiye û daxwaz ji wan kiriye, ku êrîşên Israîlê yên li dijî Sûriyê rawestînin û wan êrîşan şermezar bikin.

Herweha daxwaz kiriye, ku lêpirsînê li gel Tel Evîvê destpê bike, li ser piştevaniya wê ji terorê re, ku bi riya girûpên terorîstî aramiya welatên navçeyê têk dide.

Hikûmeta Sûriyê di herdu nameyên xwe de behsa herdu êrîşên vê hefteyê yên Israîlê kiriy û gotiye: "Ji encama herdu êrîşan, ziyanên madî çêbûne û ziyan li şandên doblomatîk bûne."