Erdogan gihêşt Yunanîstanê

Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan îro serdana Yunanîstanê kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan îro serdana Yunanîstanê kir.

Recep Tayîp Erdogan piştî 65 salan, yekemîn Serokomar e ku serdana Yunanîstanê dike û beriya serdana wî Asayîşa Yunanîstanê bergiriyên berfereh yên ewlekariyê wergirtiye û 3 hezar polîs hatine erkdarkirin.

Di çarçoveya serdana xwe de Serokomarê Tirkiyeyê dê digel Serlwezîrê Yunanîstanê Alexix Çîpras bicive û radestkirina derbekerên 15ê Tîrmehê, pirsa Kibris, penaberan, pêwendiyên Tikiye û Yekitiya Ewropayê dê werin gotûbêjkirin.