Wezîrên derve yên Amerîka û Rusya krîza Suriyê gengeşe kirin

Ligor daxuyaniyek ji Wezareta derve ya Rusyayê, Wezîrê derve Sergey Lavrov û yê Amerîka Rex Tillerson li Vîyena di demê beşdariya wan di civîna wezîrên derve yên Rêxistina Asayiş û Alîkariyê li Ewrûpa lihev civiyan e.

K24 – Navenda Nûçeyan

Ligor daxuyaniyek ji Wezareta derve ya Rusyayê, Wezîrê derve Sergey Lavrov û yê Amerîka Rex Tillerson li Vîyena di demê beşdariya wan di civîna wezîrên derve yên Rêxistina Asayiş û Alîkariyê li Ewrûpa lihev civiyan e. Di wê civînê de, her dû aliyan rewşa Suriyê û awayên çareserkirina krîza wî welatî gengeşe kirin e. Wezîrê derve yê Rusyayê tekezî li ser serwerî û yekîtiya axa Suriyê kiriye.

Her ligor wê daxûyaniyê, Lavrov û Tillerson pêngavên rawestandina şerê li Suriyê û berdewamiya proseya danûstandinên siyasî bi beşdariya hemû aliyên siyasî gengeşe kirin e. Bi taybetî danûstandinên Cenêv û Kongreyê danûstandinên niştîmanî, ku biryar e li Soçî were li darxistin.

Lavrov di wê civînê de ragihandiye ku, tenê welatiyên Suriyê dikarin pêşeroja xwe diyar bikin. Tekezî li ser giringiya serwerî û yekîtiya axa Suriyê kiriye û daxwaz ji opozisyon û hikumetê kiriye, dest bi danûstandinên rasterast bikin.