Yekîtiya Ewrûpa liser rewşa Iraqê civînek taybet lidar dixe

Nûnerê hikumeta Herêma Kurdistanê li Yekîtiya Ewrûpa Dilawer Ajgeyî ragihand, liser pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de, Yekîtiya Ewrûpa dikare fişaran li ser hikumeta Bexdayê bike

K24 – Navenda Nûçeyan

Nûnerên Yekîtiya Ewrûpa di 11ê vê mehê de dicivin û rewşa Iraqê gengeşe dikin.

Nûnerê hikumeta Herêma Kurdistanê li Yekîtiya Ewrûpa Dilawer Ajgeyî ragihand, liser pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de, Yekîtiya Ewrûpa dikare fişaran li ser hikumeta Bexdayê bike. Ajgeyî got jî, 11ê vê mehê Yekîtiya Ewrûpa dicive û stratejiyek di derbarê Iraqê de datîne.