Li Sûriyê di nava mehekê de bêtirî 560 kesan hatine girtin
Ew kesên hatine girtin, temenên wan di navbera 18 heya 42 salan de ne û 28 zarok û 61 jin jî di nav wan de hene.
K24 - Navenda Nûçeyan
Tora Sûrî ya mafên mirovan li Sûryê, girtina 569 kesan di nava meha derbasbûyî de bi dêkomênt kiriye, ku 74% ji wan li cem rêjîmê girtî ne, ew jî bi bihaneya leşkerkirina wan û bi gotina Tora Sûrî: "Ji destpêka vê salê ve, 6000 kes li Sûriyê hatine girtin."
Tora Sûrî diyar kir, ku ew kesên hatine girtin, temenên wan di navbera 18 heya 42 salan de ne û 28 zarok û 61 jin jî di nav wan de hene, ji bilî malbatên çalakvanan û çekdarên di nava ketîbeyên çekdar de, yên ku li deverên desthilata rêjîma Sûriyê dijîn.