Amerîka: Me bêtirî 14 milyar dolar di şerê li dijî DAIŞê de xerc kiriye

Douglas Silliman: Amerîka milyarek û 700 melyon dolar, weke alîkarî radestî hikûmeta Iraqê kiriye, daku ew navçeyên ji destê DAIŞê hatine rizgarkirin jinûve ava bike.

K24 - Navenda Nûçeyan

Li gorî raporên medyayî, wezareta berevaniya Amerîka di rapora budceya xwe ya salane de, eşkere kiriye, ku ji destpêka şerê li dijî DAIŞê ve di Tebaxa 2014an de û yeha niha, Amrîkayê gujmê çarde milyar û sê sed melyon dolar xerc kiriye, ku rojane 13 melyon dolar dike.

Hevdem li gel raporên xerciya şerê li dijî DAIŞê, balyozê Amerîka li Iraqê Douglas Silliman eşkere kir, ku di dema sê salên şerê li dijî DAIŞê de, welatê wî milyarek û 700 melyon dolar, weke alîkarî radestî hikûmeta Iraqê kiriye, daku ew navçeyên ji destê DAIŞê hatine rizgarkirin jinûve ava bike.