Israîl: Hebûna Îranê li Sûrya me dilgiran dike
Israîl hebûna Îranê li Sûrya piştî bidawîbûna şerê DAIŞê qebûl nake û hebûna Îranê li Sûrya wê dilgiran dike.
K24 - Navenda Nûçeyan
Balyozê Israîlê li Rûsya Garî Korîn tekez kir, ku Israîl hebûna Îranê li Sûrya piştî bidawîbûna şerê DAIŞê qebûl nake û hebûna Îranê li Sûrya wê dilgiran dike.
Garî Korîn diyar kir, ku li gorî hin raporên navdewletî şerê terorê li Sûrya bi dawî hatiye û got: "Heger şerê terorê li Sûrya bi dawî hatiye, Îran niha li wî welatî çi karî dike.?"
Berî niha sererkanya Rûsya ragihandibû, ku artêşa Rûsya bi temamî rêxistiya DAIŞê li Sûrya jinav biriye û tevahiya axa wî welatî rizgar kiriye.