Civata Ewlehiya Navdewletî biryara Trump a derbarê Orşelîmê red kir
Endamên Civata Ewlehiya Navdewletî rexneyên tund li biryara Trump kirin û dan xuyakirin ku ew biryar wê metirsiyên zêdetir li ser ewlehiya navçeyê çêke.
K24 - Navenda Nûçeyan
Di civîneke neasayî de ya Civata Ewlehiya Navdewletî de, ku taybet bû bi gotûbêjkirina biryara serokê Amerîka Donald Trump, derbarê nasandina Orşelîmê weke paytexta Israîlê, piraniya welatên endam rexneyên tund li wê biryarê kirin û dan xuyakirin ku ew biryar wê metirsiyên zêdetir li ser ewlehiya navçeyê çêke.
Herweha piranya endamên Civata Ewlehiyê, biryara Trump red kirin û tekez kirin ku, pêwîst e ew mijar li ser bingeha berjewendiyên hevbeş bê çarekirin.