500 Çekdarên Firensî di nav DAIŞê de li Iraq û Sûryê mane

Wezîrê berevaniya Firensa: Pêwîst e ew hejmara mezin ya terorîstan bidawî bê û heger di şer de jî bên kuştin wê baştir be.

K24 - Navenda Nûçeyan

Wezîrê derve yê Firensa Jean Le Drian ragihand: "Hîn 500 welatiyên firensî li Iraq û Sûrya di nav rêxistiya DAIŞê de ne û gellekî zehmet e riya vegerê ji bo Firensa li ber wan bê vekirin".

Le Drian ji medya Firensî re got: "Beşek ji wan welatiyên Firensî hatine girtin û beşekî din jî xwe li herdu welatên navhatî veşartine û dixwazin xwe bigehînin cihekî din, lê vegera wan ji bo Firensa karekî zehmet e".

Berî niha jî wezîrê berevaniya Firensa gotibo: "Pêwîst e ew hejmara mezin ya terorîstan bidawî bê û heger di şer de jî bên kuştin wê baştir be."