DAIŞê êrîşî navçeyên sînorî yên navbera Iraq û Sûriyê kir
Artêşa Iraqê: Firokeyên me 8 caran li wan deverên sînorî êrîşî çekdarên DAIŞê kirin û di encamê de 16 çekdarên wê girûpê hatin kuştin.
K24 - Navenda Nûçeyan
Çekdarên DAIŞê êrîşî ser deryê Welîd yê sînorî di navbera Iraq û Sûrya de kirin.
Jêderekî emnî li parêzgeha Enbar ragihand, çekdarên DAIŞê ji aliyê Sûryê ve êrîşî ser polîsên zêrevanên sînoran kirin, li nêzîkî deryê Welîd yê di navbera Iraq û Sûryê de, di encamê de hejmarek polîs hatin kuştin û hin ji wan jî birîndar bûn, piştre çekdarên DAIŞê ber bi aliyê Sûriyê ve kişiyan.
Şaneya medya cengî ya ser bi wezareta berevaniya Iraqê diyar kir, firokeyên Iraqî, 8 caran li wan deverên sînorî êrîşî çekdarên DAIŞê kirin û di encamê de 16 çekdarên wê girûpê hatin kuştin.