Trump: Welatê pera nede em wî naparêzin

Trump: Dema min serdana NATOyê kir, min diyar kir ku ew welatê pera nede ne endamê NATO ye.

K24 - Navenda Nûçeyan

Serokê Amerîka Donald Trump di gotarekê de li pêşya algîrên xwe li wîlayeta Florida got: "Her welatekî endam di hevpeyaman NATO de pereyên xerciya endamtiya xwe nede Amerîka parastina wî welatî nake".

Trump got jî: "Dema min serdana NATOyê kir, min diyar kir ku ew welatê pera nede ne endamê NATO ye."

Serokê Amerîka balkişand ser wê yekê, ku "welatekî endam di NATOyê de heye, pera nade û xwe nêzîkî Rûsya dike, ji ber ku ew welat pera nade, em xwe nêzîkî cenga sêyem ya cîhan dibînin."

Daxuyaniyên Trump di demekê de ne, ku pişka şêr ji xerciyên NATO li ber Amerîka ketiye, lewra Trump ji welatên endamên NATO pereyan dixwaze û heger nedin Amerîka parastina wan nake.