Civata Ewlehiya navdewletî Iraq ji bin benda heftem derxist
Di sala 2013an de, dema ku Hoşyar Zêbarî wezîrê derve bû, Iraq ji bin çend beşên benda heftem hatbû derxistin.
K24 - Navenda Nûçeyan
Wezareta derve ya Iraqê ragihand ku, Civata Ewlehiya Navdewletî, Iraq ji bin benda heftem, beşê taybet bi bernameya petrolê beramberî xwarinê û qerebûkirina Kiwêtê derxistiye û ji îro û pêve wê Iraq vegere nav civaka navdewletî û pêgeha wê ya navdewletî ji hemû aliyan ve wê asayî bibe.
Di sala 2013an de, dema ku Hoşyar Zêbarî wezîrê derve bû, Iraq ji bin çend beşên benda heftem hatbû derxistin.
Bi sedema dagîrkirina Kiwêtê ji aliyê Iraqê ve di sala1990î de, Civata Ewlehiya Navdewletî Iraq xist jêr benda heftem ya Netewên Yekgirtî de, ji ber wê yekê jî dorpêçên abûrî û serbazî li ser Iraqê hatin sepandin.