Li bajarê Tikrîtê teqînek çêbû
Di encama teqîna wê de, nobedarekî sivîl canê xwe jidest da.
K24 - Navenda Nûçeyan
Medya Iraqê belav kir, ku li taxa Pizîşkan li bajarê Tikrîtê, otombêleke mînkirî bi karwanekî hêzên ewlehiya Iraqê ve hat teqandin, di encamê de çend kuştî û birîndar hene.
Ji aliyê xwe ve şaneya ragihandina cengî di daxuyaniyekê de zelal kir, ku ew otombêl ji corê Daewoo bû, li pêşya kolana Pizîşkan hatibû rawestandin, di encama teqîna wê de, nobedarekî sivîl canê xwe jidest da.
Ji ber nearamiya Iraqê, rojane girûpên tundrew li bajarên navend û başûrê Iraqê êrîşî hêzên ewlehiyê û welatiyên sivîl dikin.