"Hilbijartinên Iraq şî'eyan jihev dûr dike"
Çavdêrên siyasî li Iraqê didin xuyakirin, ku mala siyasî ya Şîe nikare di hilbijartinên dahatî de yekgirtî bimîne.
K24 - Navenda Nûçeyan
Tevî ku Iraq meha Gulanê ya sala dahatî ji bo encamdana hilbijartinên Perleman destnîşan kiriye, lê heya niha ne diyare gelo ew pirose wê bê encamdan yan na.
Çavdêrên siyasî li Iraqê didin xuyakirin, ku mala siyasî ya Şîe nikare di hilbijartinên dahatî de yekgirtî bimîne.
Li gorî wan çavdêran, Heyder Ebadî dixwaze hevpeymaneke nû pêk bîne daku mana xwe di postê serokwezîrê de misoger bike, beramberî wî jî Hadî Amirî bizavan dike ku postê serokatiya wezîran ji Ebadî werbigire.