Şerê DAIŞê bidawî hat
Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî dawîhatina şerê li dijî DAIŞê li Iraqê ragihand.
K24 – Navenda Nûçeyan
Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî dawîhatina şerê li dijî DAIŞê li Iraqê ragihand.
Di çarçova pêşkêşkirina gotarekê di kongreya ragihandina navdewletî de Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî ragihand, şerê li dijî DIAŞê li Iraqê bidawî hat û hêzên Iraqê kontrola sînorê Iraq û Sûriyê dikin.
Heyder Ebadî got jî: “Hêzên me bi tevahiya sînorê Iraq û Sûriyê kontrol kirin, ji ber wê bidawîbûna şerê li dijî DAIŞê radigihînim.”
Serokwezîrê Iraqê amaje bi wê jî da, DAIŞê xwastiye şaristaniya me bikuje, lê hêzên me kariye di demeke diyarkirî de biser DAIŞê bikevin.
Her wiha got, ez daxwaza komkirina hêzên çekdar di welêt de nakim, lê pêwîst e ewqas jî hêza me hebe, ku sînor û ewlehiya welêt biparêzin.”