Neteweyên Yekgirtî: 1,2 milyon Sudanî di sînorê birçîbûnê de ne
Cîgirê Serokê Karûbarên Mirovî yê Neteweyên Yekgirtî Mark Lowcock da xûyakirin ku, 1 milyon û 250 hezar hevwelatî li Başûrê Sudanê di sînorê mirinê ya birçîbûnê de ne.
K24 – Navenda Nûçeyan
Cîgirê Serokê Karûbarên Mirovî yê Neteweyên Yekgirtî Mark Lowcock da xûyakirin ku, 1 milyon û 250 hezar hevwelatî li Başûrê Sudanê di sînorê mirinê ya birçîbûnê de ne.
Ligor Mark Lowcock, egera şer bandor bi milyonan mirov li Sudanê kiriye û zêdeyê 1 milyon û 250 hezar kesan jiber birçîbûnê liber mirinê ne. Ev hejmar ligor sala par li Sudanê ducarî zêde bûye û pêwîstiyel mezin bi alîkariya mirovî heye.