"Bêyî Îranê ti nirxek ji Iraqê re tine ye"
Hemûdî: Hêzên Îran li Iraqê, du pîlanên mezin bidawî anîn, yek ji wan DAIŞ bû û ya din jî dabeşkirina Iraqê bû.
K24 - Navenda Nûçeyan
Serokê Encûmena bilind a Islamî ya Iraqê û cîgirê yekem yê serokê Perlemana Iraqê Humam Hemûdî dibêje: "Hêzên Îran û piştevaniya wan ji Iraqê re, du pîlanên mezin bidawî anîn, yek ji wan DAIŞ bû û ya din jî dabeşkirina Iraqê bû ku bi riya referanduma serxwebûna Kurdistanê dihat kirin".
Hemûdî li Taranê got: "Ew serketinên li Iraqê bidest hatine, bi sedema rênmayên rêberê şoreşa Îran Elî Xamineyî û lêvegera bilind ya Şî'eyan Elî Sîstanî bûn".
Herweha navhatî got: "Serketinên Iraqê bi ser DAIŞê bi sedema piştevaniya Îranê bû di hemû astan de, lewra ez li vir tekez dikim, ku bêyî Îranê ti nirxek ji Iraqê re tine ye".