Rûsya: Firîna firokeyên Amerîkî li esmanê Sûriyê ne rewa ye

Rûsya dibêje, firîna firokeyên Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê li esmanê Sûriyê ne rewa ye.

K24 – Navenda Nûçeyan

Rûsya dibêje, firîna firokeyên Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê li esmanê Sûriyê ne rewa ye.

Peyvdarê Wezareta Bergîriyê ya Rûsyayê Îgor Konaşînkov di daxuyanyekê de ragihand, firokeyên Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê hewl dide rêgiriyê li firokeyên Rûsyê bike, di dema armanckirina bingehên DAIŞê li Sûriyê de.

Her wiha, Wezareta Bergîriyê ya Rûsyayê ragihand, di meha bûrî de firokeyeke Amerîka rê li pêşiya du firokeyên Rûsî li gundewarên bajarokê Meyadînê dikir ku çekdarên DAIŞê bike armanc.

Got jî, bikaranîna esmanê Sûriyê ji aliyê firokeyên Hevpeymaniya Navdewletî ve ne yasayî ye û binpêkirina ji serweriya Sûriyê re ye û endameke Netewên Yekgirtî ye û nabe Amerîka esmanê Sûriyê bikar bîne.