Trump: Di 2 şerên cîhanê û şikandina komunistiyê de serkeftî bûn

Serokê Amerîka Donald Trump di gotarekê de li pêş alîgirên xwe li wîlayeta Florida ragihand, Amerîka di du şerên cîhanê de serkeftî bû û karî komonistî jî bişkanda.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Amerîka Donald Trump di gotarekê de li pêş alîgirên xwe li wîlayeta Florida ragihand, Amerîka di du şerên cîhanê de serkeftî bû û karî komonistî jî bişkanda.

Kenala Fox Business a Amerîkî ew gotara Donald Trump weşand û di wê gotarê de Trump got: “Em ew netew in, ku kenala Panama kola, di du şerên cîhanî de biser ketin, me yekem mirov şande ser heyvê û komonistîtiyê şikand.”

Di wê derbarê de, malpera “RT” a Rûsî nivîsiye: “Tê zanîn şerê cîhanê yê yekem sala 1914an dest pê kir û di sala 1918an de bidawî bû, di wê demê de Amerîka bêalî bû, tenê di 6ê Nîsana 1917an de biryar da şerê li dijî Almanya rabigihîne, bi hinceta ku keştiyeke Almanî êrîşî keştiyeke Brîtanî li nêzîkî kenarên başûrê Îrlandayê, ku ji Amerîka vedigeriya Brîtanyayê.”

Her wiha, di şerê cîhanê yê duyem de ku sala 1939 dest pê kir û ta sala 1945an berdewam bû, rêkeftinek hate kirin, ji bo vekirina bereya duyem ya şerê li Ewropa rojava di navbera Yekîtiya Sovyet, Amerîka, Brîtanyayê di sala 1942an de, lê ew bi awayekî kirdarî di sala 1944an de li Normandî (bakurê rojavayê Fransayê) hate kirin, ku operasyona daketina esmanî ya Brîtanî – Amerîkî hate kirin.