Biryar e îro şanda hikûmeta Sûriyê bighê Cinêvê
Ajanseke Îtalî: Dibe ku şanda rêjîmê îro jî neçe Cinêvê û çûna xwe ji bo Duşem yan heya 15 vê mehê paş bixe.
K24 - Navenda Nûçeyan
Piştî pênc rojan ji destpêkirina civînan, biryar e îro şanda rêjîma Sûriyê li Cinêvê vegere û beşdarî piroseya danûstendinan bibe.
Roja sêşema derbasbûyî danûstendinên Cinêvê di bin serperiştiya Netewên yekgirtî de de destpê kir, lê şanda rêkîma Sûriya bi serokatiya Beşar Ceiferî xwe ji wan danûstendinan vekişand û ragihand ku heya daxuyaniya dawî ya kongirê Riyad2 neyê betalkirin ew beşdarî danûstendinan nabe, lê di bin fişarên Rûsya de, hat ragihandin ku biryar e îro şanda rêjîmê vegere.
Ji aliyê xwe ve ajanseke Îtalî li ser zimanê hin jêderan di nav wezareta derve ya Sûryê de ragihand, ku dibe şanda rêjîmê îro jî neçe Cinêvê û çûna xwe ji bo Duşem yan heya 15 vê mehê paş bixe.