Opozisyona Sûryê li Helebê êrîşî bingehên HSD kir
Hêzeke opozisyona Sûriyê: Di encama êrîşa li ser HSDê de, me 6 endamên wan birîndar kir û me dest li ser barekî ji çekên wan danî
K24 - Navenda Nûçeyan
Odeya operasyonan ya Ehl El-Diyar ku bi ser Artêşa Azad ve ye ragihand, ku şevê din wan êrîşî bingehên HSD li bakurê gundewarê Helebê kir û di encamê de 6 şervanên HSD birîndar bûn.
Wê hêza opozisyonê diyar kir, ku di encama êrîşê de jî, wan dest li ser barekî ji çekên HSD danî û piştre endamên wan ber bi navçeyên xwe ve vekişiyan.
Li gundewarê Heleb rojane şer û pevçûn di navbera hêzên Sûrya Demukrat û hêzên opozisyonê de diqewimin, ji ber ku opozisyon dixwaze ew navçeyên HSD ji destê wan derxistiye vegerînin.