Piştî çar salan DAIŞ dîsa derbasî parêzgeha Idlibê bû
Çekdarên DAIŞê hejmarek gundên parêzgeha Hemayê û gundekî parêzgeha Idlibê dubare kontrol kirin
K24 - Navenda Nûçeyan
Li gorî Rewangeha Sûrî ya mafên mirovan, piştî şerekî giran li parêzgeha Idlibê li dijî (Desteya Azadkirina Şamê) ku berê bi nave Bereya Nusra dihat naskirin, duh rêxistiya DAIŞê karî gundê başkon li wê parêzgehê kontrol bike.
Rewangeha Sûrî zelal kir, ku DAIŞê di rojên derbasbûyî de jî karîbû hejmarekê ji gundên bakurê rojhilatê Hemayê kontrol bike.
Piştî demeke gellekî kin ji ragihandina serketinê li ser DAIŞê li Sûryê ji aliyê Rûsya ve û piştî ku şevê din serokwezîrê Iraqê Heyder ebadî jî nemana DAIŞê li Iraqê ragihand, dubare çekdarên DAIŞê li herdu parêzgehên Idlib û Hemayê li Sûriyê serî hildan.
Berî niha jî wezareta berevaniya Amerîka (Pentagon) gotibû: "Hîn nêzîkî 3 hezar çekdarên DAIŞê li Iraq û Sûriyê mane."