Netanyahu bersîva Erdogan da

Netanyahu: Kesê ku gundên Kurdan li welatê xwe bombebaran dike, nikare dersên ehlaqî bide min.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokwezîrê Israilê Benjamin Netanyahu piştî hevdîtina xwe ligel Serokê Fransa Emmanuel Macron, di kongreya rojnamevanî de bersîva Serokomarê Tirkiyê Erdogan da, got: “Kesê ku gundên Kurdan li welatê xwe bombebaran dike, nikare dersên ehlaqî bide min”.

Netanyahu di kongreya rojnamevanî  de liser rexneyên tund ên Erdogan beramberê Israilê weha bersîv da: “Gotinên Erdogan hemberî Israilê êrîşbar in. Ew ê ku li welatê xwe gundên Kurdan bombebaran dike, rojnamevanan davêje girtîgehan, di têkbirina dorpêçê de piştgiriya Îranê dike, li Xezayê alîkariya terorîstan dike, nikare dersên ehlaqî bide me”.