HSD û Iraqê li ser hevrêzî û hevkariyê lihev kirin
Daxuyaniya HSDê: Herdu alî li ser pêkanîna navendeke hevrêziyê li ser sînorê Sûryê-Iraqê lihev kirine.
K24 - Navenda Nûçeyan
Hêzên Sûrya Demukrat di daxuyaniyekê de ragihand, ku serkirdeyên wê li gel hejmarek ji serkirdeyên artêşa Iraqê civiyan, daku ewlehiya sînorên Sûryê û Iraqê gotûbêj bikin.
Li gorî HSD, di wê civînê de ji aliyê Iraqê ve serkirdeyê giştî yê hêzên El-Cezîre Qasim Mihemed Salih û alîkarê wî amade bûn. Ji aliyê HSD ve endamên serkirdatiya giştî yên operasyona Bahoza Cizîrê Hesen Qamişlo û Enkîzek Xelîl amade bûn.
Di daxuyaniya HSDê de hatiye: "Herdu alî li ser pêkanîna navendeke hevrêziyê li ser sînorê Sûryê-Iraqê lihev kirine."