Amerîka: Hîn zû ye em bidawîhatina şerê DAIŞê li Iraqê rabigehînin
Pentagon: Niha karên bêtir li pêşya me mane ji bo jinavbirina DAIŞê.
K24 - Navenda Nûçeyan
Derbarê daxuyaniyên serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî ku têde nemana DAIŞê li Iraqê ragihandibû, Wezreta berevaniya Amerîka (Pentagon) got: Tevî pêşveçûnên hêzên Iraqê û kontrolkirina piraniya navçeyên jêr desthelata DAIŞê, lê heya niha jî em ne amade ne bidawîhatina DAIŞê li Iraqê rabigehînin.
Hevdem peyvdarê Pentagonê Rob Manin eşkere kir, ku li gorî zanyariyên wan nêzîkî hezar çekdarên DAIŞê li Iraqê mane, got jî heya niha karên bêtir li pêşya me mane ji bo jinavbirina DAIŞê.