Antonio Banderas dê rola Picasso bilîze

Antonio Banderas diyar dike ku, jiyana ressamê mezin Pablo Picasso her dem bandorek xwe ya taybet liser wî hebûye. Ji bo wî serfiraziye ku jiyana Picasso bîne ser ekranê.

K24 – Navenda Nûçeyan

 Di werzê nû yê rêzefilmê National Geographic “Dahîner” hunermendê sinemayî yê Ispanî yê navdar Antonio Banderas dê rola Picasso bilîze.

Banderas heta niha rola gelek navdaran wekî, Pancho Villa, Che Guevara bi awayek serkeftî lîstiye.

Antonio Banderas diyar dike ku, jiyana ressamê mezin Pablo Picasso her dem bandorek xwe ya taybet liser wî hebûye. J ibo wî serfiraziye ku jiyana Picasso bîne ser ekranê.

Werzê nû yê yê rêzefilmê National Geographic “Dahîner” di destpêka sala 2018an de li 171 welatan dê bête ser ekranên National Geographic.