Putin: Emê bingeha xwe ya li Tertûsê berifreh bikin

"Ew piroje firehkirina bingeha Tertûsê û derbasbûna gemiyên Rûsî ji bo perava Sûriyê lixwe digire."

K24 - Navenda Nûçeyan

Serokê Rûsya Vladimir Putin pirojeyek derbarê berfirehkirina bingeha Tertûsê ya Rûsî li Sûriyê, pêşkêşî Perlemana welatê xwe kir.

Di daxuyaniyekê de Perlemana Rûsya ragihand: "Ew piroje firehkirina bingeha Tertûsê û derbasbûna gemiyên Rûsî ji bo perava Sûriyê lixwe digire."

Li ser vê mijarê, serokê berê yê desteya erkanên hêza deryayî ya Rûsî got: Ev gav dê ji navenda piştgirya locsitî, bingeheke deryayî berifreh ava bike, herweha dê karînên operasyonan di deryayê de bi hêz bike.