Neteweyên Yekbûyî biryara bidarvekirina bi kom li Iraqê rexne dike
Nivîsîngeha Mafên Mirovan a ser bi Neteweyên Yekbûyî ve dilgiraniya xwe derbarê biryara bidarvekirina bi kom a 38 girtiyan li Iraqê anî ziman .
K24 – Navenda Nûçeyan
Nivîsîngeha Mafên Mirovan a ser bi Neteweyên Yekbûyî ve dilgiraniya xwe derbarê biryara bidarvekirina bi kom a 38 girtiyan li Iraqê anî ziman .
Liz Throssell, Peyvdara Nivîsîngeha Mafên Mirovan a ser bi Neteweyên Yekbûyî ve di hevdîtinek rojnamevanî de ragihand ku, derbarê nûçeya bidarvekirina bi kom li yek ji zindanên Iraqê de dilgiran in. Daxwaz ji hikûmeta Iraqê kir, cîbicîkirina biryara bidarvekirinê rabigre.
Peyvdara Nivîsîngeha Mafên Mirovan gûmana xwe derbarê vê biryara dadgeha Iraqê anî ziman û amaje bi wê yekê kir ku, ti zanyariyên wan derbarê wan kesan de nî ne.
Duhî Wezareta Dadê ya Iraqê cîbicîkirina sizayê bidarvekirinê ji 38 kesan re, bi tometa endametiya DAIŞê da bû.