Sûriye daxuyaniyên Fransa û De Mistura red dike
Hikûmeta Sûriyê daxuyaniya Nûnerê Taybet ya NY ji bo Sûriyê Staffan De Mistura û Wezareta Derve ya Fransayê şermezar dike, ku gotibûn Şam di ber sernekeftina gera Cenêv 8 de berpirsyar e.
K24 – Navenda Nûçeyan
Hikûmeta Sûriyê daxuyaniya Nûnerê Taybet ya NY ji bo Sûriyê Staffan De Mistura û Wezareta Derve ya Fransayê şermezar dike, ku gotibûn Şam di ber sernekeftina gera Cenêv 8 de berpirsyar e.
Li gor ajansa “SANA” a fermî ya Sûrî ku ji Wezareta Derve ya Sûriyê belav kiriye, gotinên Wezareta Derve ya Fransayê û Staffan De Mistura wê yekê diyar dikin ku dijatiya Sûriyê hîn berdewam e û divê her kes bizane ku danûstandinên Cenêvê danûstandineke Sûrî – Sûrî ye û bi serkirdatiya Sûriyê ye.
Amaje bê wê yekê jî kiriye, divê De Mistura û hin aliyên din astengiyan çê nekin û divê bi niyazpakyekiyê tevlî danûstandinên Cenêvê bibin, ta bighine encaman ku sînorekê ji krîza Sûriyê re dane.
Herwiha li gor Wezareta Derve ya Sûriyê, ew wek şanda hikumetê, bi cidî tevlî danûstandinan bûn û ew ji vê gerê geşbîn bûn, lê daxuyaniya Riyad 2 û hin helwestên berê yên hin aliyan, hemû pêşbînî derew derxistin û armanca wê yek jî ew bû, danûstandin biser nekevin.
Piştî bidawîbûna gera heştem a danûstandinên Cenêvê, Wezareta Derve ya Fransayê û Nûnerê Taybet ya NY ji bo Sûriyê Staffan De Mistura berpirsayetiya têkçûna wê gerê xistibûn stûyê şanda rêjîma Sûriyê.