Rûsya: Ti belge tine ku hikûmeta Sûryê çekên kîmawî li cem xwe hilaniye
Opozisyona Sûriyê: Rêjîmê gellek caran bi çekên kîmawî êrîşî sivîlan kiriye.
K24 - Navenda Nûçeyan
Ajansa Sputnik a Rûsî ji ser zimanê rêvebirê beşê çavdêriya biçekkirinê di wezareta derve ya Rûsya de Mixaîl Olyanov veguhestiye ku :Ti dêkomênt bidest nakeve ku Şamê çekên kîmawî li cem xwe veşartiye û heger ew yek rast be, bila pişkinîn bên kirin, nek hikûmeta Sûryê bi wê yekê tometbar bikin.
Ji aliyê xwe ve hikûmeta Sûryê dibêje, ji sala 2013an ve, wê tevahiya çekên kîmawî yên li cem xwe jinav biriye û niha ti çekên kîmawî li Sûryê nema ye.
Lê bi awayekî berdewan hin rêxistinên mirovî û opozisyona Sûriyê dibêjin: "Hikûmetê gellek caran bi çekên kîmawî êrîşî sivîlan kiriye".