Nûjîn Mistefa: Kurdayetî nasnameya min e

Keça Kurd a ji Kobanê Nûjîn Mistefa bi fermî ji aliyê tîma Barcelona û lîstkvanên wê yên wek Messi, Piquê, Piqué û Iniesta hatibû pêşwazîkirin, peyama xwe ya mirovahiyê belav kir.

 

K24 – Almanya

Keça Kurd a ji Kobanê Nûjîn Mistefa bi fermî ji aliyê tîma Barcelona û lîstkvanên wê yên wek Messi, Piquê, Piqué û Iniesta hatibû pêşwazîkirin, peyama xwe ya mirovahiyê belav kir.

Nûjîn weke çalakvan zimanazan û nûnera gelê xwe Her weha xwendekarek jêhatiye hatî naskirin. Wê ji neçarî ji Kobanê koçber bû û berê xwe da Almanya, tevî rewşa wê ya tendirustî ne libar e, lê ew bûye semboleke mirovahiyê li cîhanê.

Nûjîn dibêje Kurdayetî nasnameya min e. Ez ne tenê hejmarek im, ez dixwazim nêrîna Ewropayê li ser penaberan biguhêrim.

Pirtûka nûjînê ya bi 13 zimanan hatiye wergerandin û çapkirin deng vedaye û di nava 2 salan de bi dehan kar û çalakiyên mirovî û peyama xwe ya Kurdî li cîhanê belav kiriye.