Heşda Şeibî cihê artêşa Iraqê digire

Lêvegerê Bilind ê Şîeyên Iraqê Ayetulah Elî Sîstanî daxwaz dike grûpên di nava Heşda Şeibî de şerê DAIŞê kirine di nava rêzên hêzên ewlehiyê û artêşa Iraqê de cih bigirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Lêvegerê Bilind ê Şîeyên Iraqê Ayetulah Elî Sîstanî daxwaz dike grûpên di nava Heşda Şeibî de şerê DAIŞê kirine di nava rêzên hêzên ewlehiyê û artêşa Iraqê de cih bigirin.

Li Hemberê Peyvdarê Heşda Niştimanî ya Suneyan Zuhêr Cibûrî ji K24ê re got: “Tevlêbûna Heşda Şeibî di nava artêşa Iraqê de, pirsgirêkeke din li Iraqê çê dike, ji ber ku hevsengiya hêzê têk dide. Ti pirsgirêka me nîn e çi hêzek di bin fermana artêşê û serokwezîr de be, ya girîng ew e divê artêş niştimanî be, lê tiştê ku em dibînin, têkçûna hevsengiya hêzê û zêdekirina desthilata Şîe di nava artêşê de ne.”

Di wê derbarê de Şarezayê leşkerî Adil Kakayî ji K24ê re got: “Hêzeke leşkerî ku bi fetweya mirovekî olî hatiye damezrandin, nûnertiya hemû pêkhateyên vî welatî nake. Ew bixwe dibêjin ji ber parastina mezargehên Şîeyan hatine damezrandin. Ev hêza ku ji destpêka li ser bîr û baweriyên olî hatine perwerdekirin, nikare tevlî artêşê bibe û ê artêşê birûxîne.”

Niha rêjeya Kurd û Suneyan di nava artêşa Iraqê de nêzîkî ji sedî 6 e, ku ev jî rêjeyeke gelekî kêm e, bi gotina pisporên leşkerî jî biçûna Heşda Şeibî nava artêşê, ew artêş zêdetir dibe artêşeke mezhebî.