Di 2017an de, 65 rojnamevan hatin kuştin

Ligor rapora Rojnamevanên bêsînor (RUG) ji bo sala 2017an, 65 rojnamevan hatine kuştin, ku ligor salên berê hejmarek nizmtir e.

K24 – Navenda Nûçeyan

Ligor rapora Rojnamevanên bêsînor (RUG) ji bo sala 2017an, 65 rojnamevan hatine kuştin, ku ligor salên berê hejmarek nizmtir e.

Sedemek bîngehîn tê diyarkirin ku, gelek rojnamevanan welatên neewle wekî Yemen û Suriye bicîh hiştin e.

Ji derveyî 65 rojnamevanên hatî kuştin, 2 wenda ne, 54 dîl in û 326 rojnamevan girtî ne.

Metirsîdartirîn welat ji bo rojnamevanan Suriye ye, ku îsal 12 rojnamevan li wir hatine kuştin, piştî wê Meksiko tê, ku 11 rojnamevan hetine kuştin.