Mogherini: Çarenivîsa Sûriyan bi Cenêvê ve girêdayî ye

Berpirsa siyaseta derve ya Yekîtiya Ewropayê Federica Mogherini tekez kir, çarenivîsa miletê Sûriyê bi çareseriya siyasî ya Cenêvê ve girêdayî ye.

K24 – Navenda Nûçeyan

Berpirsa Siyaseta Derve ya Yekîtiya Ewropayê Federica Mogherini tekez kir, çarenivîsa miletê Sûriyê bi çareseriya siyasî ya Cenêvê ve girêdayî ye.

Berpirsa Siyaseta Derve ya Yekîtiya Ewropayê Federica Mogherini li Beyrûtê di konferanseke rojnamevanî ya hevbeş bi Serokwezîrê Libnanê re ragihand, vegera penaberên Sûrî ji bo welatê xwe, girêdayî bi gihêştina bi çareyeke siyasî li Cenêvê ye.

Mogherini tekez kir jî, Yekîtiya Ewropayê hêvî dike, ku Sûriyê derbasî qonaxeke din bibin, ta plana pêşeroja Sûriyê danin û dest bi avadankirinê navçeyên wêranbûyî bikin, li ser bingeha çareseriyeke siyasî li Cenêvê.

Li ser pirsa penaberên Sûrî Mogherini got, ew di wê baweriyê de ne ku niha dem nehatiye vegerin, ji ber rewşa Sûriyê hîna ne aram e. Da zanîn jî, ewê di kongira Brûkselê ya Nîsana sala bê de ligel civaka navdewletî planekê ji bo pêşeroja Sûriyê danin, ku ev jî girêdayî ye bi çareseriyeke siyasî li Cenêvê.