Rûsya: Heya niha Esed serokê rewa yê Sûryê ye
Serokê Firensa: Wê Beşar Esed li ser wan tawanên ku encam daye, ji aliyê dadgeha navdewletî ve bê xwestin.
K24 - Navenda Nûçeyan
Peyvdarê serokatiya Rûsya Dmitry Peskov ragihand, ku serokê Sûrya Beşar Esed ji berê de û heya niha serokê rewa yê Sûrya ye.
Dmitry Peskov li ser daxuyaniyên dijî hev yên serokê Sûrya û hikûmeta Firensa got: Welatê wî ti helwestekê li ser daxuyaniyên Şam û Parîsê nade xuyakirin û jê nayê xwestin jî ku bersivê bide.
Berî niha serokê Sûrya Beşar Esed, welatê Firensa bi piştevaniya terorê li nav Sûryiê tometbar kiribû û gotibû: "Ne ji mafê Parîsê ye behsa aştiyê li Sûriyê bike" û serokê Firensa jî bersiva Esed dabû û gotibû: "Wê Beşar Esed li ser wan tawanên ku encam daye, ji aliyê dadgeha navdewletî ve bê xwestin".