Hikûmeta Sûryê kar li ser vekirina firîngeha navdewletî ya Helebê dike
"Ziyanên di şeş salên derbasbûyî de, ji şerê Sûriyê li kerta veguhestina ezmanî bûye, milyarek Dolar derbas kiriye".
K24 - Navenda Nûçeyan
Wezîrê veguhestinê yê Sûriyê Elî Hemûd ji medya fermî ya Sûrî re ragihand, ku di demeke nêzîk de wê firîngeha Helebê ya navdewletî dubare bê vekirin û niha kar li ser hûrkariyên wê yên dawî tê kirin û di demeke nêzîk de wê dest bi kar bike.
Herweha Elî Hemûd diyar kir, ku firîngeheke din wê li bajarê Şamê bê vekerin, ji ber ku gotina wî: "Firîngeha Dîmeşqê biçûk e û ji sala1970ê ve hatiye avakirin".
Hemud got jî: "Ziyanên di şeş salên derbasbûyî de, ji şerê Sûriyê li kerta veguhestina ezmanî bûye, milyarek Dolar derbas kiriye".