Şandên Rûsya, Turkya û Îranê ji civîna Astana 8 gihiştin Kazaxistanê

Di civînên Astana de, nûnerên her yek ji Netewên Yekgirtî, Amerîka û Urdin wek çavdêr amade dibin.

K24 - Navenda Nûçeyan

Ofîsa ragihandinê ya wezareta derve ya Kazaxistanê ragihand, ku sibe danûstandinên du alî û fireh alî di navbera aliyên beşdar di danûstandinên Astana 8 de, wê bên lidarxistin û roja Înê jî wê civîna giştî bê lidarxistin.

Herweha wezareta derve ya Kazaxistanê got: "Şandên welatên gerentîkar ku ji Rûsya, Turkya û Îranê pêk tên, gihiştine paytexta Kazaxistanê Astana."
Di danûstandinên Astana de, ji bilî hersê welatên gerentîkar û opozisyona çekdar û şanda hikûmeta Sûriyê, nûnerên her yek ji Netewên Yekgirtî, Amerîka û Urdin wek çavdêr amade dibin.