Yekîtiya Ewrûpa ji helwêstên Bexdayê nerazî ye

Hejmarek Parlemanterên Yekîtiya Ewrûpayê ji tevayiya fraksiyonên Parlemantoya Ewrûpayê nameyek arasteyî Serokwezîrê 'Iraqê Heyder 'Ebadî kirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Hejmarek ji Parlemanterên Yekîtiya Ewrûpayê nameyeke nerazîbûnê di derbarê herêma Kurdistanê de arasteyî  'Ebadî kirin.

Hejmarek Parlemanterên Yekîtiya Ewrûpayê ji tevayiya fraksiyonên Parlemantoya Ewrûpayê nameyek arasteyî Serokwezîrê 'Iraqê Heyder 'Ebadî  kirin. Dilgiranya xwe derbarê danîna dorpêç, girtina firokxaneyan û kêmkirna bûdceya herêma Kurdistanê derbirîn û daxwaz ji 'Ebadî kirin, bilez dest bi danûstandinan ligel herêma Kurdistanê bike.

Beriya niha  hejmarek Parlemanterên Yekîtiya Ewrûpayê nameyek arasteyî Federîka Mogherînî berpirsa siyaseta derve ya Yekîtiya Ewrûpayê kiribûn û tê de daxwaza dariştina siyaseteke hevseng ya Yekîya Ewrûpayê beramber Iraqê û herêma Kurdistanê kiribûn. Herweha dîtina roleke zêdetir ji bo jihevnêzîkirina her dû aliyan.