Hewlêr û Bexda piştî serê salê dicivin
Serokomarê Iraqê Fuad Me'sum: Piştî bînvedana serê salê şanda hikumeta Iraqê digel şanda herêma Kurdistanê dicive.
K24 – Navenda Nûçeyan
Piştî serê salê, hikumeta herêma Kurdistanê digel hikumeta Iraqê li Bexdayê dicivin.
Serokomarê Iraqê Fuad Me'sum ji bo medyayên Yekîtî ragihandiye, piştî bînvedana serê salê şanda hikumeta Iraqê digel şanda herêma Kurdistanê dicive.
Me'sum nameyek bo Serokwezîrê Iraqê Heyder 'Ebadî û Serokwezîrê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî şandiye, û daxwaz ji her du aliyan kiriye, ji bo çarekirina pirsgirêkan, dest bi gotûbêjên ciddî bikin. Eşkere jî kiriye ku, ew civîn bi navbeynkariya Nûnerê Neteweyên Yekbûyî li Iraqê dê werin encam dan.