Tirkiye û Îran ligel Rusya amadekarên Kongreya Soçî ne
Lavrantiev: her sê welatên garantîker aliyên vexwendî yên kongreyê diyar dikin
K24 – Navenda Nûçeyan
Nûnerê Serokê Rûsya ji bo Suriyê diyarkir ku, sibe di danûstandinên Astana8 de, dema lidarxistina Kongreya Diyaloga Niştîmanî ya Suriyê, ku biryare li bajarê Soçî yê Rûsyayê birêve biçe were diyarî kirin.
Navborî herweha da nîşandan ku, beriya birêveçûna Kongreya Soçî dê civînek ji bo welatên garantîker Rûsya, Tirkiye û Îran li Astana birêve biçe. Eşkere kir ku, dê ew civîn di despêka sala bê de were lidarxistin û dê her sê welatên garantîker aliyên vexwendî yên kongreyê diyar bikin.
Herweha Rûsya radighîne, tu rastiyek ji sedemên mayîn a hêzên Amerîkayê li Suriyê nîn e.
Nûnerê Serokê Rûsya ji bo Suriyê Aleksender Lavrentiev ragihand, divê Amerîka hêzên xwe ji Suriyê vekşîne, û tu rastiyek ji sedemên ku Amerîka ji bo mayîn a hêzên xwe li Suriyê dike behane nîn e.