Amrîka: Wê hêzên me li Sûryê bimînin

McGurk: Jinavbirina DAIŞê pêwîstî bi demekê bêtir heye û karekî mezin jî li pêşya Hevpeymanya Navdewletî maye.

K24 - Navenda Nûçeyan

Nûnerê Serokê Amerîka di Hevpeyman Navdewletî de ya li dijî DAIŞê Brett McGurk eşkera kir, ku hêzên wan yên serbazî wê li navçeya Tenef li başûrê rojhilatê Sûryê bimînin û niyaza kişandina hêzên Amerîkî ji navçeyên din yên Sûryê li cem wan tine.

Brett McGurk diyar kir, ku jinavbirina DAIŞê pêwîstî bi demekê bêtir heye û karekî mezin jî li pêşya Hevpeymanya Navdewletî maye.