Di hilbijartinên Catalonia de, partiyên serxwebûnê dixwazin biser ketin

Hersê partiyên alîgiryên serxwebûna Catalonia piraniya dengan bidest xistine, ku dibe heftê kursiyan ji koma 135 kursiyan misoger bikin.

K24 - Navenda Nûçeyan

Partiyên serxwebûnxwaz li Catalonia piraniya dengan di hilbijartinên Perlemana wê Herêmê de bidest xistin.

Ajansên nûçeyan belav kirine, piştî cudakirina sedî 90 ji dengan, hersê partiyên alîgiryên serxwebûna Catalonia piraniya dengan bidest xistine, ku dibe heftê kursiyan ji koma 135 kursiyan misoger bikin.

Rêjeya beşdariya welatiyan di dengdanê de 68% bû.

Duh hilbijartinên pêşwext li Herêma Catalonia birêve çûn, ew jî piştî çêbûna aloziyan li wê Herêmê bû, ku ji ber encamdana referanduma serxwebûnê ji Ispanya, bi taybet piştî ku Madridê encamên referandumê red kir alozî zêdetir bûn.